PDK-S pêştevaniya referandûma serxwebûnê dike

Partiya Demokrat a Kurdistanê - Sûriye (PDK-S) di daxuyaniyekê de ragihand, ew bi çareseriya siyasî re ne li Sûriyê û dê di nava Îtîlafa Opozîsyona Sûriyê de berdewam bin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Demokrat a Kurdistanê  - Sûriye (PDK-S) di daxuyaniyekê de ragihand, ew bi çareseriya siyasî re ne li Sûriyê û dê di nava Îtîlafa Opozîsyona Sûriyê de berdewam bin.

Civîna Komîta Navenda ya PDK-Sê ku li Hewlêrê birêve çûbû, piştre di daxuyaniyekê de diyar kir, ewê çarçova Encûmena Niştinamî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) de, dê berdewam bin di nava Îtîlafa opzîsyona Sûriyê de û dê hewl bidin doza Kurdî têxin hemû belgeyên danûstandinên Cenêvê.

Di beşeke din de, PDK-Sê tekezî li ser çareseriya siyasî li Sûriyê kir û di heman demê de rêjîma Sûriyê tawanbar kir ku bi bijardeya leşkerî danûstandinê bi pirsa Sûrî re dike. Di vê derbarê de jî kîmyabarana rêjîma Sûriyê ji Xan Şêxon re şermezar kir.

PDK-Sê amaje bi êrîşa Amerîka ya li ser firokxaneya Şueyrat kir û da zanîn ew ji piştî bikaranîna rêjîmê ji gaza Sarînê re hat, ku wek gefekê ji rêjîmê re bû, da ku vegere ji bijardeya siyasî re li gor biryarên navdewletî û Cenêva 1.  

Derbarê pirsa encamdana referandûmê li Herêma Kurdistanê de, PDK-Sê piştevaniya xwe ji proseya netewî ya Kurdistanî û nêzîkbûna di navbera partiyên Kurdistanî yên Başûrê Kurdistanê de ji bo encamdana referandûma serxwebûnê re derbirî û ragihand ku, PDK-S jî xwe beşek ji prosey netewî dibîne û amade ye bi hemû erkên xwe di vê derbarê de rabe.