Barzanî bo Mesîhiyan: Çarenivîseke me ya hevbeş heye

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi boneya cejna “Qiyameya Hezretî Mesîh” peyamek arasteyî Mesîhiyan kir û ragihand: “Em hemû di yek welat de dijîn û çarenivîseke me ya hevbeş heye û hûn jî beşeke azîzê gelê Kurdistanê ne û beşdar dibin li diyarkirina çarenivîs û peydakirina mafên rewa yên gelê Kurdistanê.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi boneya cejna “Qiyameya Hezretî Mesîh” peyamek arasteyî Mesîhiyan kir û ragihand: “Em hemû di yek welat de dijîn û çarenivîseke me ya hevbeş heye û hûn jî beşeke azîzê gelê Kurdistanê ne û beşdar dibin li diyarkirina çarenivîs û peydakirina mafên rewa yên gelê Kurdistanê.

Di beşeke din ya peyama Serokê Herêma Kurdistanê de ku li malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê de hatiye belavkirin, tê de hatiye; “Cejin û helkeftên oliyên pêkhatên oliyên Kurdistanê tekez kirine li peyama aştî û pêkvejiyan û birayetiyê. Cihê şanaziyê ye li welatê me çanda pêkvejiyan û azadiyê rayeke xwe ya dîrokî heye û Kurdistan li asta cîhanê da mînakeke geşe û erkê ser milê me hemû aliyeke wê çandê pêşbixîn û biparêzîn.”

Serok Barzanî di peyama xwe de ragiand jî: “terorîst li ser destê Pêşmergeyên qehreman hatin têkşikandin û teror nekarî birayetî û yekrêziya di navbera pêkhatan têkbide. Hêvî dikim bi zûtirîn dem xuşk û birayên me yên Mesîhî ku mal û warê xwe bi cîh hiştine bi serbilindî vegerin navçeyên xwe û dest bi jiyanekî nû û bextewer bikin.

Deqa peyama Serokê Herêma Kurdistanê ya bi boneya “Qiyameya Hezretî Mesîh”wiha ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Ji bo hatina cejna Qiyameya Hezretî Mesîh (Silavên Xwedê li ser bê), pîrozbahiyekî germ pêşkêşî hemû xuşk û birayên Mesîhiyên Kurdistan û Iraq û hemû cîhanê dikim. Hêvîdarim hemû cejnên wan li xweşî û şadî û kameraniyê da bigêrin.

Cejin û helkeftên oliyên pêkhatên oliyên Kurdistanê tekez kirine li peyama aştî û pêkvejiyan û birayetiyê. Cihê şanaziyê ye li welatê me çanda pêkvejiyan û azadiyê rayeke xwe ya dîrokî heye û Kurdistan li asta cîhanê da mînakeke geşe û erkê ser milê me hemû aliyeke wê çandê pêşbixîn û biparêzîn.

Spas ji bo xwedayê mezin terorîst li ser destê Pêşmergeyên qehreman hatin têkşikandin û teror nekarî birayetî û yekrêziya di navbera pêkhatan têkbide. Hêvî dikim bi zûtirîn dem xuşk û birayên me yên Mesîhî ku mal û warê xwe bi cîh hiştine bi serbilindî vegerin navçeyên xwe û dest bi jiyanekî nû û bextewer bikin.

Li vê helkefta pîroz da bi xuşk û birayên me yên Mesîhiyan radigihînim ku em hemû li yek welat da dijîn û me çarenivîsekî hevbeş heye û hûn jî beşekî azîzê gelê Kurdistanê ne û beşdar dibin li diyarkirina çarenivîs û piyadekirina mafên rewayên gelê Kurdistanê.

Bimînin bi xêr û xweşiyê da û hêviya aştî û bexteweriyê ji bo hemû aliyek dixwazim.

Mesûd Barzanî
15.04.2017