Helîkoptereke Siûdiyê ket: 12 leşker mirin

Fermandariya Hevpeymaniya Erebî li dijî Hosiyên Yemenê nûçeya kuştina 12 leşkeran û ketina helîkoptereke şer ya Siûdiyê belav kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandariya Hevpeymaniya Erebî li dijî Hosiyên Yemenê nûçeya kuştina 12 leşkeran û ketina helîkoptereke şer ya Siûdiyê belav kir.

Di daxuyaniya de hevpeymaniyê ragihandiye, ew helicopter ji cura Balck Hawk a Amerîkî ye û dema li esmanê Parêzgeha Meiriba Yemenê difiriya ketiye xwarê.

Li gor zanyariyên destpêkê, 12 efserên hêzên çekdar ên Siûdiyê canên xwe jidest dane.

Heta niha serdema ketina wê helîkopterê nehatiye aşkerekirin.

Di Adara 2014an de Siûdiye serokatiya hevpeymaniyekê ji welatên Kendava Erebî dike, bo êrîşkirina ser Hosiyên Yemenê û jinavbirina desthilata wê.