Girtiyan li ser banga KCKê dawî li greva birçîbûnê anîn

Greva birçîbûnê ya ku di 15’ê Sibata 2017’an de li Girtîgeha Şakranê ya Îzmîrê dest pê kir û li 22 girtîgehên Tirkiye û bakûr belav bû û 63 rojan dewam kir, li ser banga KCK’ê îro (19.04.2017) bi dawî bû.

K24 – Diyarbekir

Biryara bidawîanîna grevê, ji çalakvanên Girtîgeha Şakranê hat ragihandin. Girtiyan bi daxuyaniyekê ragihand ku ger pêkutiyên li ser wan dewam bikin, ew ê çalakiyên mezintir bikin.

Di roja 63’yan a grevê de (18.04.2017) KCK’ê daxuyaniyek belav kir û bang li girtiyan kir ku dest ji greva xwe berdin. Piştî banga Koma Civakên Kurdistanê KCK’ê, pêşengên greve yên Girtîgeha Şakranê, îro (19.04.2017) bi rêya daxuyaniyekê ragihand ku wan li ser banga KCK’ê dest ji grevê berdaye.

Girtiyan di daxuyaniya xwe de diyar kir ku heger binpêkirina mafan li girtîgehan dewam bike û li ser gelê Kurd pêkutî werin kirin, ew ê çalakiyên mezintir di girtîgehan de bikin.