Iddia: Tirkiye ber bi federasyonê ve diçe

Bi berdewamiya gengeşeyên li ser referendûma Tirkiye, herweha iddiayên curbecur tên rojevê. Yek ji wan a herî balkêş ewe ku, Tirkiye ber bi federalizmê ve diçe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Bi berdewamiya gengeşeyên li ser referendûma Tirkiye, herweha iddiayên curbecur tên rojevê. Yek ji wan a herî balkêş ewe ku, Tirkiye ber bi federalizmê ve diçe.

Nivîskarê rojnameya Yeniçag û rawejkarê Serokomarê berê yê Tirkiyê Ahmet Takan, iddia kir ku “amadeyiyên nûwilayet kirina 20 bajaran tê kirin û ev amadeyiyên destpêkî jib o derbasbûna ber bi federalize li Tirkiyê ne”.

Yeniçag û Ahmet Takan bi xwe wekî hevkarên desthilata AK Partî tên naskirin. Li gor Takan: “Di çarçoveya agahdariyên ji hin çavkaniyên girîng ên AK Partî wergirtî, Wezareta Navxweyî xebata zêdekirina gelek bajaran bo wilayet, pêşkeşî Serokomar kirin e. Li gor vê hejmara wilayetan ji 81an dê derbikeve 101an. Lê Receb Tayyip Erdogan ev hejmar daxistiye 99an. Di nav wan bajaran de gelek bajarên ji Rojhilatê Tirkiyê (Bakurê Kurdistanê) hene. Ev jî, danîna bîngehek ber bi pêvajoya federalizmê ve ye”.

Di medyaya Tirkiye ev iddiaya Takan bi berferehî hate nirxandin. Li gor gelek şîrovekaran, zêdebûna dengên AK Partî di nav Kurdan de, hêzêk nû daye AK Partî û Erdogan, ku di pirsa Kurd de hin gavên girîng bavêjin.