Xelkê Babê ji ber nebûna xwarin û vexwarinê dinalin
K24 – Navenda Nûçeyan
Zêdetirî 2 mehan e bajarê Babê ya li bakurê rojhilatê Helebê bi destê grûpên opozîsyona Sûriyê û bi piştevaniya Tirkiyê ve ji destê DAIŞê ve hatiye kontrolkirin. Lê xelkê wî bajarî ji ber nebûna av, xwarin û pêwîstiyên jiyanê dinalin. Ji ber ku heta niha ne welatekî û ne jî rêxistinekê havkarî negihandine wî bajarî.