Taxeke din li Mûsilê hate rizgarkirin

Hêzên ewlehiyê yên Iraqê îro karîn taxa Tenduristî Duyem li rojavayê Mûsilê rizgar bikin û ala Iraqî lê hildin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên ewlehiyê yên Iraqê îro karîn taxa Tenduristî Duyem li rojavayê Mûsilê rizgar bikin û ala Iraqî lê hildin.

Şaneya Ragihandina Leşkerî ya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, hêzên rûbirûbûna terorê karîn îro  taxa Tenduristî Duyem li rojavayê Mûsilê rizgar bikin û ala Iraqî lê hildin.

Got jî, di encama êrîşa îro de hêzên Iraqî jejmareke mezin ji çekdarên DAIŞê bikujin û termên wan li koçe û kolanên wê taxê belavkirî ne.

Berê jî Heşda Şeibî ragihandibû, di encama êrîşa wan de li ser baregehên DAIŞê li Tileferê de pismamê Ebû Bekir Bexdadî hate kuştin.