Keçeke Kurd a 11 salî ji destê DAIŞê tê rizgarkirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Piştî 3 salan ku di bin destê DAIŞê de dimîne, Keçeke Kurd a Êzidî ji aliyê hêzên Iraqî ve tê rizgarkirin. Ew keça Kurd a Êzidî Fereh Dexîl berî 3 salan ji aliyê DAIŞê hatibû revandin û bi kontrolkirina taxa Tenek a li rojavayê Mûsilê ji aliyê hêzên Iraqî ve, ew keç hate rizgarkirin.