ENKS: Em nivîsgehên xwe careke din vedikin

Cîgirê serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Mehmûd Mela derbarê vekirina nivîsgehên ENKSê û hin partiyên wê li Rojavayê Kurdistanê ji K24ê re diyar kir ku, Biryara vekirina nivîsgehan ji Emîndariya Giştî hatiye standin û yekem nivîsgeh hate vekirin, lê careke din asayişan girtin.
kurdistan24.net

K24 – Qamişlo

Mela da zanîn ku mebesta wan ji vekirina nivîsgehan ne kûrkirina nakokiyan bi tu kesî yan aliyekî re ye.  Mehmûd Mela tekez kir jî, dê di nêzîktirîn dem de nivîsgehên ENKSê dê werin vekirin.

Ji 14 meha Adara 2017an ve, Asayişa Rojava nêzîkî 50 nivîsgehên ser bi ENKSê ve hatin girtine.

ENKSê roja 19 vê mehê nivîsgeha Xwecehiya Rojhilatê Qamişlo vekir, lê careke din Asayişa Rojava bi muhra sor nivîsgeh girtin û endamekî wê xwecehiyê yê bi navê Azad Ebdilrehman binçav kirin.