AK Partî, pirsa zagonên hemahengiyê gotûbêj dike

Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim girêdayî zagonên hemahengiyê got: Em daxwaza hevkariyê di zagonên hemahengiyê de dikin, lê ger nebe jî, em dê bi serê xwe dom bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim girêdayî zagonên hemahengiyê got: Em daxwaza hevkariyê di zagonên hemahengiyê de dikin, lê ger nebe jî, em dê bi serê xwe dom bikin.

Piştî referendûma guherîna Destûrê li Tirkiyê, niha jî amadeyiyên derkeftina zagonên hemahengiyê dê destpêbikin. Partiyên siyasî yên di Parlementoya Tirkiyê de, hîn sekna xwe di vê pirsê de diyar nekirin e. Partiya Tevgera Neteweyî (MHP) ku di dema referendûmê hevkarê AK Partî bû, destnîşan kir,  “Xebatên me girêdayî zagonên hemahengiyê hene, lê ev nayê wateya ku em dê dîsa bibin hevkarê hukimetê”.

Pêvajoyek nû, piştî Erêkirina sistema Serokayetiyê di jiyana siyasî ya Tirkiyê de destpê dike. Zagonên hemahengiyê di vî warî de dive bên derxistin, lê helwêsta Partiyên siyasî di Parlementoyê de, di vê babetê de hîn jî ne zelal in.