Ewropa: Rewşa Tirkiyê ji piştî referandumê xerab e

Komîserê Firehbûna Yekîtiya Ewropayê Johannes Hahn da xuyakirin, rewşa Tirkiyê piştî referandumê xerab e û bang li welatên Yekîtiya Ewropa kir ku, pêwendiyên xwe bi Tirkiyê re biguhêrin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Komîserê Firehbûna Yekîtiya Ewropayê Johannes Hahn da xuyakirin, rewşa Tirkiyê piştî referandumê xerab e û bang li welatên Yekîtiya Ewropa kir ku, pêwendiyên xwe bi Tirkiyê re biguhêrin.

Hahn beriya civîna Wezîrên Derve yên Yekîtiya Ewropa ya li Maltayê daxuyaniyek da û got, bi vê awayê mimkun nîne ku pêwendî bi Tirkiyê re berdewam bikin û divê formateke nû bê dîtin ku kêşeyan çareser bike.

Hahn da ragihand jî, divê di hemû pêwendiyan de "serdestiya hiqûqê" wek pîvaneke bingehîn be danîn û bo Tirkiye, derveyî endamtiyê rêyek din bê dîtin.