AK Partî ber bi Kongreya Awarte ve

Li gor şîrovekaran piştî referendûma guherîna destûrî, AK Partî amadeyiyan dike, ku di meha Gulanê de Kongreya Awarte lidar bixe û Erdogan bibe Serokê Partiyê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li gor şîrovekaran piştî referendûma guherîna destûrî, AK Partî amadeyiyan dike, ku di meha Gulanê de Kongreya Awarte lidar bixe û Erdogan bibe Serokê Partiyê.

Civîna Desteya Birêvebir a AK Partiyê hefteya pêşya me lidar dikeve. Li gor çavnêrên siyasî, biryara Kongreya Awarte dê ji civînê derkeve û Serokomar Receb Tayyip Erdogan di wê Kongreyê de wekî Serok bête hilbijartin. Bi serokatiya Erdogan, amadekariyên hilbijartina 2019an dê bên kirin. Herweha tê çaverêkirin ku, gelek guherîn di birêvebiriya AK Partî de pêk bên.