YPG sedemên êrîşa Tirkiyê aşkere dike

Firokeyên Tirkiyê bi oprasiyonên esmanî êrîşî biryargeha navendî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li çiyayê Qereçox kirin û hejmarek ji şervanên YPGê şehîd bûn. Piştî bpmbebaranê fermandarên Hevpeymaniya Navdewletî serdana deverê kirin, lê ta niha ti helwest nedane.
kurdistan24.net

 

K24 – Qereçox

Firokeyên Tirkiyê bi oprasiyonên esmanî êrîşî biryargeha navendî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li çiyayê Qereçox kirin û hejmarek ji şervanên YPGê şehîd bûn. Piştî bpmbebaranê fermandarên Hevpeymaniya Navdewletî serdana deverê kirin, lê ta niha ti helwest nedane.

Bi bêtirî 20 operasaiyonên esmanî ji aliyê firokeyên Tirkiyê ve li navenda sereke ya YPGê li Rojavayê Kurdistanê li çiyayê Qereçox hat kirin. Fermandariya Giştî ya YPG dide zanîn ku ev êrîş tê di heman dema pêşketina HSDê li derdora Reqayê, herwiha di encama vê êrîşê de 20 şervanên YPG şehîd bûn û 18 birîndar bûn ku piraniya wan endamên ragihandina YPG ne.

Berdevkê Fermî yê YPGê Rêdûr Xelîl ji K24ê re got: “Di demeke wiha de ku DAIŞê tengav bûye, êrîşa Tirkiyê ya li ser YPGê û di vê demê de jî tê wateya ku Tirkiyê dixwaze DAIŞê ji vê tengaviyê rizgar bike, ev alîkariyeke pir aşkere ye ji aliyê Tirkiyê ve. Me berê jî ragihandibû ku em dixwazin pêwendiyên cîrantiyê bi Tirkiyê re bikin, lê dewleta Tirkiyê wek dijmin li me dinêre.”

Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî serdana deverê kirin, lê ta niha ti helwest derbare vê êrîşê nedane, ji ber vê yekê HSD dibêje pêwîst e helwestek Amerîkî hebe, nemaze ku hevpeymaniyek di navbera herdu aliyan de di şerê terorê de heye, û ev êrîş destdirêjahiyeke diyer e li ser hevalbevdên Amerîkayê.

Şewermendê HSD Nasir Hac Mensûr li ser helwesta Hevpeymaniya Navdewletî û Amerîka ji K24ê re wiha axivî: “Diyar e hîn destê xwe temam ji Tirkan neşûştine. Heger van êrîşên Tirkan bi erênî nabîne, lê helwesta ku tê xwastin jî nadin.”

Çiyayê Qereçox ku dibe biryargeha navendî ji Fermandariya Giştî ya YPG, ku gelek navendan li xwe digre, herwiha navenda sereke ye ji ragihandina YPGê re, di encama êrîşa Tirkiyê de tevahiya xalên Qereçoxê hatin rûxandin.