Efrîn.. Êrîşeke bombeyî li ser mala serkirdayekî PDK-Sê hate kirin

Li Efrînê, grûpeke nenas bi 4 bombeyên Molotov êrîşî ser mala serkirdayê di Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) de Ebdilrehman Apo dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Efrînê, grûpeke nenas bi 4 bombeyên Molotov êrîşî ser mala serkirdayê di Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) de Ebdilrehman Apo dikin.

Endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê Ebdilrehman Apo li ser rûpela xwe ya tûra pêwendiyên civakî belav kir, şeva borî mala wî bi 4 bombeyên Molotovê hate armanckirin û agir bi mala wî ket.

Apo diyar kir jî, ji encama wê êrîşê hin kelûpelên mala wî hatin şewitandin, piştr û bi alîkariya cîranên wî ew agir vemirandin.

Apo amaje bi wê jî kir, piştî wê êrîşê hêzên ser bi Rêveberiya Xweser ve hatin mala û lêkolîn kirin û bi wan re got ku, ew êrîş armanckirina ji wî û malbata wî re ye. Herwiha gefeke aşkere ye partiya wî re.

Apo dide zanîn, ev ne yekem car e ku ew û malabata wî ve ji aliyê grûpine nenas ve rastî êrîş û gefan tên.