Merkel: Navbênkariyê di navber YE û Tirkiyê de dike

Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel dibêje, di demên dawî de helwesta Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan bandoreke xirab li ser pêwendiyên Yekîtiya Ewropayê û Tirkiyeyê kiriye û ew hewl dide pêwendiyên Ewropa digel Tirkiyeyê baş bibe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Merkel da zanîn divê Yekîtiya Ewropa û Tirkye nêzikê hevûdu bibin. Ger Tirkiye û Yekitiya Ewropa xwe ji hevûdu dûr bikin, dê herdu alî jî zererê bikin.

Merkel da zanîn, ew xebatê dike ku pêwendiyên nexweş yên Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê ber bi başiyê ve here.  Herwiha divê Tirkiye piştî referandûmê nîgeraniyên opozîsyonê li berçavan bigre û xwe rexne bike.

Ev demek e pêwendiyên Ewrûpa û Tirkiye di nav aloziyan de ne. Tirkiye, Yekîtiya Ewrûpa bi destwerdana karên navxweyî û piştgiriya terorizmê tewanbar dike. Ji aliyê xwe ve YE, Tirkiye sucdar dike ku, erkên xwe yên demokrasiyê pêknayne û bi vî şêweyî nikare bibe endam di YE de.