Dema lidarketina kongreya AKPê aşkere bû
K24 – Navenda Nûçeyan
Dîroka Kongireya Partiya Dad û Geşepedanê (AKP) aşkere bû. Kongireya awarte ya AK-Partiyê di 21ê Gulanê de ye.
Di çarçoveya pêvajoya kongireyê de 2ê Gulanê de Lijneya Rêverbir a AK-Partiyê dê kom bibe. Piştî biryarên wê kombûnê dê AK-Partî di nav 15 rojan de kongireya xwe pêk bîne.
Hat zanîn dê 21ê Gulanê roja yekşemê kongireya awarte ya AK-Partiyê pêk were.
Tê pêşbînîkirin Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan jî di wê kongireyê de bibe Serokê AK-Partiyê.
Piştî referandûma 16ê Nîsanê yasaya bingehîn a Tirkiyeyê hatibû guhertin û rê li ber Serokomarê Tirkiyeyê hatibû vekirin ku bibe endamê partiyeke siyasî.