Li Dibêsiyê şer: Panzêreke Tirkiyê hate teqandin

Artêşa Tirkiyê carake din êrîşî hêzên YPGê li derdora bajarokê Dirbêsiyê dike. YPGê jî karîn panzêreke Tirkiyê birûxînin û niha hêzên ewlehiyê li ser sînor di amadebaşiyê de ne.
kurdistan24.net

 

K24 – Dirbêsiyê

Artêşa Tirkiyê carake din êrîşî hêzên YPGê li derdora bajarokê Dirbêsiyê dike. YPGê jî karîn panzêreke Tirkiyê birûxînin û niha hêzên ewlehiyê li ser sînor di amadebaşiyê de ne.

Artêşa Tirkiyê gundê Çetelê li derdora dirbêsiyê xalên YPG bi rokêtên hawanan topbaran kir. Ji aliyê xwe ve şervanên YPG bersiva vê êrîşê dan û karîn banzêreke artêşa Tirkiyê birûxînin û ta niha hêzên YPGê û asayîşê li ser sînor di amadebaşiyê de ne.

Endamê Asayişa Rojava Alan Oskan ji K24ê re got: “Artêşa Tirkiyê li mewziya YPGê ya li gundê Çetelê dan. Li rêbenda Dirbêsiyê jî dan. Niha em jî di amadebaşiyê de ne. Herwiha me panzêreke artêşa Tirkiyê rûxand.

Ev cara yekemîn e ku YPG bersiva êrîşên Tirkan dide, eve nêzî du salan e ku Tirkiyê êrîşî YPGê li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê ji Dêrikê ta Efrînê dike û ta niha topbarana gundewarê Efrînê berdewam e.

ji aliyekî din ve, ev êrîş hat piştî topbaraneke tund ji çiyayê Qereçoxê re.