Beştaş: Dadgeha Destûrê dê parlamenterên HDP berde

Parlamentera HDPê Meral Daniş Beştaş îdîa kir, Dadgeha Destûrê dê biryara serbest berdana parlamenterên HDP bide.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlamentera HDPê Meral Daniş Beştaş îdîa kir, Dadgeha Destûrê dê biryara serbest berdana parlamenterên HDP bide.

Parlamenter Meral Daniş ku beriya heftiyek serbest hatibû berdan, beşdarî bernameya televîzyoneke Tirkiyê bû. Daniş got,  Kurdan di referandumê de dengê na bikar anîne û li ser nexşeyê jî dîmen diyar dibe.

Her weha da xuyakirin, ew pêbawer e ku Dadgeha Destûrê dê ser biryara xwe ku beriya 4 salan dabû raweste û hemû Parlamenterên HDPê serbest berde.

Dadgeha Destûrê, beriya çar salan, parlamenterê CHP Mustafa Balbay, bi biryara, Nabe erkê parlamentertî bê astengkirin, serbest berdabû.