Erdogan: li Şingal û Qereçoxê 220 endamên PKKê hatine kuştin

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan dibêje, di operasyona Şingal û Qereçoxê de nêzikê 220 endamên PKKê hatine kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan dibêje, di operasyona Şingal û Qereçoxê de nêzikê 220  endamên PKKê hatine kuştin. Erdogan got dê şerê wan a terorê dê bibiryarî û neçarî berdewam bike.

Erdogan îro li Stenbolê ragihand ku, wan operasyonek li Şingalê pêk anî. Di berdewamiya operasyonên wan de nêzikê 210 û 220 endamên PKKê hatin kuştin.

Erdogan got, wan navendên herî girîng yên PKKê li Şingal û Qerçoxê xist. Ew dikarin di şevekê de jî, ji nişka ve bi ser PKKê de bigrin.

Firokeyên şer yên Tirkiyê roja 25 Nîsanê êrîşî ser çiyayê Şingal û Qereçoxa Rojavayê Kurdistanê kir. Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê ragihandibû ku di encama bombebarana Şingalê de 5 Pêşmerge şehîd bûn û 9 Pêşmerge jî birîndar bûbûn.

Herwiha Berdevkê Fermî yê YPGê Rêdûr Xelîl aşkere kir, di êrîşa Tirkiyê ya li ser çiyayê Qereçoxê de 20 şervanên wan şehîd bûne û hekmareke din jî birîndar bûne.

Erdogan got jî, dema li ber sînorê wan bombe diteqin, ne Amerîka ne jî Rusya tenê canê Tirkiyê dişewite. Lewma dê şerê wan yê li dijî terorê bibiryarî û neçarî berdewam bike.