HAK-PAR-PSK: Divê PKK di pêvajoya referandûmê de astengiyan dernexe

Nerazîbûnên êrîşa Tirkiyeyê ya li Bakûr û Rojavayê Kurdistanê roj bi roj zêde dibin. Rêveberên Partiya Maf û Azadiyan Hak Par û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê PSK, êrîşa dersînorî ya Tirkiyeyê şermezar kir û da zanîn ku heger pirsgirêkek li Şengalê hebe, ew pirsgirêka navbera Kurdistanê û PKK’ê ye; di zagonên navdewletî de jî mafê êrîşê yê Tirkiyeyê tuneye û divê PKK jî ji bo berjewendiyên Gelê Kurd, di pêvajoya referandûmê de astengiyan dernexe.
kurdistan24.net

K24 – Diyarbekir

Êrîşa Artêşa Tirk a li Şengal û Rojavayê Kurdistanê ku bû sedema şehadeta 6 pêşmergeyan, li Bakûrê Kurdistanê rastî nerazîbûnan hat û wekî rojeva sereke tê nîqaşkirin. Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan Hak Parê Refîk Karakoç diyar kir ku; heta şerê çekdarî bi dawî nebe, dê rêyên dan û stendinên li ser Pirsa Kurd venebin.

Karakoç ji K24ê re got: “Di nav Komara Tirkiyeyê de pirsgirêka gel a ku were çareserkirin heye. Gava girîng ew e ku Pirsgirêka Kurdan were çareserkirin. Heger ev mesele di nav xwe de were çareserkirin, ew ê her tişt bikeve ser rêya rast.”

Li ser daxuyaniya Rawêjkarê Encumena Asayîşa Kurdistanê Mesrûr Barzanî ku gotibû; “Bombebarana Tirkiyeyê li ser Çiyayê Şengalê, karekî ne çaverêkirî bû.” Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê Hasan Dagtekîn got ku; ji bo pêvajoya referandûmê be jî divê PKK astengiyan li Kurdistanê dernexe û hêzên xwe ji Şengalê vekişîne.

Dagtekîn got jî: “Tirkiye sedem çi nîşan dide? Hebûna PKK’yiyan nîşan dide. Ev ne sedemeke aqilane ye, bi Tirkiyeyê jî neketiye. Ew pirsgirêk, pirsgirêka navbera Kurdistanê û nav wan partiyan e û dê bi rêya dan û stendinan çareser bibe.”

Piştî daxuyanî û nerazîbûnên Kurdistanê, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan û Serokwezîrê Tirkiyeyê Bînalî Yildirim, li Serok Mesûd Barzanî geriyan û ji bo pêşmergeyên şehîd sersaxî xwest. Partiyên Kurdistanî yên li Diyarbekirê jî êrîş şermezar kir û da zanîn ku hebûna PKK’ê ya li Şengalê, dê bibe sedemên pirsgirêkên dîplomatîk û ev jî di pêvajoya referandûmê de xizmeta berjewendiyên Gelê Kurd nake.