Serok Barzanî operasyona Mûsilê ligel Wezîrê Bergîriyê yê Iraqê gotûbêj kir

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di çarçova civînekê ligel Wezîrê Bergîriyê yê Iraqê Îrfan El-Heyalî û Fermandarê hêza esmanî yaw î welatî Ferîq Rukin Enwer Hemedemîn dawî pêşhatên ewlehiyê û operasyona rizgarkirina Mûsilê gotbêj kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di çarçova civînekê ligel Wezîrê Bergîriyê yê Iraqê Îrfan El-Heyalî û Fermandarê hêza esmanî yaw î welatî Ferîq Rukin Enwer Hemedemîn dawî pêşhatên ewlehiyê û operasyona rizgarkirina Mûsilê gotûbêj kirin.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, “Wezîrê Bergîriyê yê Iraqê, Serok Barzanî li ser dawî pêşhatên ewlehiyê û rewşa meydanî ya eniyên şerê li dijî teroristên DAIŞê di operasyona Mrizgarkirina Mûsilê agahdar kir.”

“Rewşa navçeyên rizgarkirî yên Mûsilê û dahatûya wî bajarî, tewerekî din yê civîna Serok Barzanî ligel herdu berpirsên serbazî yên Iraqê bû, ku Wezîrê Navxwe û Wezîrê Pêşmerge bi wekalet Kerîm Şingalî. Her di vê derbarê de pêdagirî li ser rûbirûbûn û jinavbirina teroristan û rizgarkirina navçeyan kirin.”

“Di dawiya de, herdu aliyan ronî xistin li ser wê hevahengiya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê di proseya rizgarkirina Mûsilê de heye, û pêdagirî li ser berdewambûna wê hevahengiyê kirin.”