Erdogan: “Pirsa Keşmîr û ya Kurd ne wekî hevûdu ne”

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdoğan, berî seredana xwe ya jib o Hindistanê, hevpeyvînek da qenala TV a Hindistanê WION.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, berî seredana xwe ya ji bo Hindistanê, hevpeyvînek da kenala TV a Hindistanê WION.

Di hevpeyvîna xwe de Erdogan diyar kir ku, “Pirsa Keşmîr û ya Kurd ne wekî hevûdu ne. Tu pirsgîrekên Tirkiye li gel hevwelatiyên xwe yên Kurd nî nin. Pirsgîrêka me pirsgîrêka terorê ye. Li Keşmîr pirs cuda ye. Heta pirsa erd û xakê heye. Helwêsta Pakistanê heye, helwêsta Hindistanê heye.  Li Tirkiye cuda ye. Hemberê me rêxistina terorê heye, ne dewletek.”

Erdogan di daxuyaniyên xwe de, bi taybetî di demên dawî de diyar dike, ku “Pirsa Kurd li Tirkiye nî ne. Pirsa Kurdan li gel PKK heye”. Destnîşan dike, hemû pirsên Kurdan li Tirkiye hatine çareserkirin.