Erdogan vê carê rexne li Neteweyên Yekgirtî girt!

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan di çarçoweya seredana xwe ya ji bo Hindistanê de, daxûyaniyên tund hemberî Neteweyên Yekgirtî da.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan di çarçoweya seredana xwe ya ji bo Hindistanê de, daxûyaniyên tund hemberî Neteweyên Yekgirtî da.

Di merasima wergirtina doktoraya fexrî li Hindistanê, Erdogan axaftinek kir û berê tîrên rexneyên xwe dan Neteweyên Yekgirtî. Serokomarê Tirkiye diyarkir ku “Tiştê ku ji Konseya Ewleyî ya Neteweyên Yekgirtî tê xwestin çi ye? Dad e, Edalet e! Lê, di Konseya Ewleyiyê de edalet heye? Na, nî ne! Gava Erdogan van rastiyan dibêje, nayê hez kirin. Baş e, em dê çawa xwe bidin hez kirin? Ger mezlûmên dinyayê ji me hez bikin, ev têrî me dike!”

Erdogan herweha anî ziman ku, “Nêzîkahiya ku hemberê DAIŞ tê nîşandan, dive hemberî PYD jî bête nîşandan. Ji ber ku, ew jî terorist in”.