Çekdarên DAIŞê êrîşî kampeke Hesekê kirin: 37 kuştî

Çekdarên DAIŞê êrîşî kampa Ricim Sileybî ya devera Holê kirin û nêzî 37 kesan hatin kuştin û zêdeyî 30 kesên din jî birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Çekdarên DAIŞê êrîşî kampa Ricim Sileybî ya devera Holê li başûrê Hesekê kirin û nêzî 37 kesan hatin kuştin û zêdeyî 30 kesên din jî birîndar bûn.

Peyamnêrê K24ê ragihand, 4 çekdarên DAIŞê bi otomobîlekê ji cureya Hamer êrîşî kampa Ricim Sleybî kirin û di encamê de nêzî 37 kesên koçber hatin kuştin û zêdeyî 30 kesî jî birîndar bûn.

Li gorî Heyva Sor a Kurd jî ragihandiye, birîndarên kampê ku piraniya wan ji penaberên Mûsil û koçberên Dêrazorê ne bo nexweşxaneyên bajarê Hesekê hatine veguhestin û birînên çend kesan jî giran in.