Asayişê nivîsgehên ENKSê li Qamişlo û Çilaxa dîsa girtin

Asayişa Rojava nivîsgehên ENKSê li Qamişlo û Çilaxa bi muhra sor girtin û sê endamên Xwecehiya Şehîd Nisredîn Birhik li Çilaxa binçav kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Asayişa Rojava nivîsgehên ENKSê li Qamişlo û Çilaxa bi muhra sor girtin û sê endamên Xwecehiya Şehîd Nisredîn Birhik li Çilaxa binçav kirin.

Peyamêrê K24ê li Qamişlo ragihand, îro Asayişa Rojava li bajarê Qamişlo nivîsgeha Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ya li taxa Siyahî de girtin û bi muhra sor deriyê wê nivîsgehê girtin.

Di heman demê de asayişa çilaxa jî nivîsgeha Xwecehiya Şehîd Nisredîn Birhik ya ENKSê girtin û Serokê Xwecehiyê Ebdulxefar Mihemed û 2 endamên din bi navê Elî Ferso û Fewaz Mihemed binçav kirin.

Piştî bûyerên li Xanesorê di destpêka Adara borî de û şerê ku di navbera PKK û Pêşmerge de derket, gelek nivîsgehên ENKSê û partî û rêxistinên ser bi ENKSê rastî êrîş, şewitandin û teqandinê hatin.

Ji aliyê xwe ve jî, Desteya Hundirîn ya Cizîrê di 14 meha Adara 2017an de  hişyariyek belav kiribû ku çi nevîsîngehekê destûra kar ji Rêveberiya Xweser wernegirtibe dê were girtin û di heyama 24 demjimêran de biryara navbûrî kete warê cîbicîkirinê û di encamê de nêzî 50 nivîsgehên bi ser ENKSê ve hatin girtin.

Piştî derbasbûna mehekê li ser girtina nivîsgehên ENKSê ji aliyê Asayişa Rojava ve, bi behaneya newergirtina muhletên kar, Emîndariya Giştî ya ENKSê ku biryara vekirina nivîsgehên girtî dabû.