ENKS: Kiryarên Rêveberiya Xweser nema tên qebûlkirin

Cîgira Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê Fesla Yûsif girtina nivîsgehên ENKSê ji aliyê Asayişa Rojava ve şermezar kir û got, nema têne qebûl kirin.
kurdistan24.net

K24 – Qamişlo

Cîgira Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê Fesla Yûsif girtina nivîsgehên ENKSê ji aliyê Asayişa Rojava ve şermezar kir û got, nema têne qebûl kirin.

Cîgira Serokê ENKSê Fesla Yûsif piştî ku hêzên Asayişa Rojava nivîsgehên ENKSê yên li Qamişlo û Çilaxa girtin ji K24ê ragihand û got: “Tê xuyakirin ku biryara girtina nivîsgehên ENKSê ji alî asayişan ve hin jî berdewam e. Me got belkî van êrîşên li ser Kurdistana Sûriyê çê dibin,  ku pêwist e hemû aliyên siyasî hev bigrin.”

Fesla Yûsif got: “Mixabin ev kesên niha Rêveberiya Xweser çê kirine, karê wan ne di çarçova Kurdayetiyê de ye û ne jî projeya Kurdayetiyê li cem wan tune ye. Armanca wan tunebûna doza Kurdî ye.”

Fesla Yûsif  got jî: “Ew dibêjin ku niha Rojava azad bûye, lê cihê mixabiniyê ye ku hemû xelk azad bûye û Kurd tenê tê de ne azad e. Cewisandin û zora wan tenê li sere Kurd e.”   

Cîgira Serokê ENKSê da zanîn ku, ev kiryar nema têne qebûl kirin û dê karê xwe berdewam bikin û ew amade ne di ber xebata xwe de bêne binçav kirin.

Asayişa Rojava îro nivîsgehên ENKSê li Qamişlo û Çilaxa bi muhra sor girtin û sê endamên Xwecehiya Şehîd Nisredîn Birhik li Çilaxa binçav kirin.