Rêjîma Sûriyê piştgîriya avakirina deverên aram dike

Rêjîma Sûriyê piştgîriya xwe ji bo destpêşxeriya Rûsî ya avakirina deverên aram li Sûriyê radigihîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêjîma Sûriyê piştgîriya xwe ji bo destpêşxeriya Rûsî ya avakirina deverên aram li Sûriyê radigihîne.

Li gur ajansa “SANA” ya fermî ya bi ser hikûmeta Sûriyê ve , berpirsekî pilebilind di Wezareta Derve ya Sûriyê de ragihandiye, hikûmeta Sûriyê piştgîriya xwe bo destpêşxeriya Rûsyayê ya ji avakirina deverên aram li Sûriyê nîşan daye. Herweha Sûriyê pabendiya xwe li ser agirbesta ku 30 Berçileya sala borî hatiye îmzekirin tekez dike.

Heman berpirsî gotiye jî, artêşa Sûriyê dê berdewam be di şerê xwe ya li dijî terorê de li Sûriyê.

Artêşa Sûriyê û 14 grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê roja 29 Berçileya 2016an li ser agirbestekê îmze kirin û roja 30 Berçile kete warê cibicîkirin, lê ev agirbest DAIŞ û Cebhet El-Nusra li xwe nagire.

Rûsyayê destpêşxeriyeke bo avakirina 4 deverên aram li Sûriyê di civînên Astanayê de pêşkêşî şandên rêjîm û opozîsyona Sûriyê kiribû.

Li gor plana Rûsyayê, ew deverên aram li Idlib û gundewarê Helebê, Bakurê Himsê, Xota Rojhilat li Şam û Der'a û Sûriyê de ne, ku tundûtûjî û şer neyên gurkirin û çekên giran jî neyên bikaranîn.

Opozîsyona Sûriyê ragihand, wek gaveke destpêkê ew pêşniyara Rûsya ya avakirina deverên aram qebûl dikin û lîsteyeke bi 10 daxwazan pêşkêş kiribû, tê de ev daxwaz hebûn:

Vekişandina rêjîma Sûriyê ji tevahiya navçeyên ku di dema birêveçûna agirbesta 30 Berçileya borî de vekişe, di nav de jî Wadî Bereda, taxa We'ri li Himsê û Zebedanî li derdora Şamê. Serbestberdana girtiyan. Derbaskirina alîkariyên mirovî bê merc ji bo navçeyên dorpêçkirî û derketina tevahiya mîlîşyatên bi ser Îranê ve ji Sûriyê.

Danûstandinên taybet bi agirbesta li Sûriyê roja 3 li Astanayê dest pê kirin, lê şanda opozîsyonê ji ber êrîşên rêjîma Sûriyê li ser deverên opozîsyonê de, beşdariya xwe di danûstandinan rawestand.