Hêzên Amerîkî û Rûsî, deverên Kurdî ji hev cuda dikin

Hêzên Amerîkî û Rûsî li Rojavayê Kurdistanê belav dibin. Hin siyasetmedar dibînin ku hebûna van hêzan di berjewendiyên Kurd de ye. Hin jî din dibînin ku, ev yek dibe sedema metirsiya perçekirina herêmên Kurdî.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Hêzên Amerîkî û Rûsî li Rojavayê Kurdistanê belav dibin. Hin siyasetmedar dibînin ku hebûna van hêzan di berjewendiyên Kurd de ye. Hin jî din dibînin ku, ev yek dibe sedema metirsiya perçekirina herêmên Kurdî.

Hebûna hêzên Amerîkî li Rojavayê Kurdistanê roj bi roj pirtir dibe. Herwiha li Efrînê jî hêzên Rûsî hin bi hin xwe bicî dikin. Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) dibîne ku sedema hebûna van derdu hêzan, serkeftinên HSD li dijî terorê ne û diyar dike niha HSDê bûye hêzek sereke li tevahiya Sûriyê û ev yek dihêle ku HSD bi xurtî tevlî danûstandinên pêşeroja Sûriyê bibe.

Serkirdê di TEV-DEMê de Ebdilaselam Ehmed li ser vê pirsê ji K24ê re wiha axivî: “Heger Kurd ne bihêz be, jixwe ewê berjewendiyên xwe bicih bînin, lê îro em dibînin ku HSDê aliyekî sereke ye li ser erdê û hêza wê hêştiye ku Amerîka û Rûsya hevpeymaniyê – heger ne nivîskî be jî – bi wê re bike bo şerê terorê û pêşeroja Sûriyê jî.”

Ji aliyekî din hebûna Rûsiya li derdora Efrînê cihê metirsiyê ye, ji ber ku Rûsya hevalbendê sereke ye ji rêjîma Sûriyê re. Serkirdeyên Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê (PDPKS) dibînin ku belavbûna Amerîka û Rûsyayê li Rojavayê Kurdistanê tenê ji bo parastina berjewendiyên wan e û bawerî ta asateke bilind bi wan nabe.

Endamê Polîtbîroya PDPKSê Ehmed berekat ji K24ê re got: “Niha berjewendiyên Kurd û herdu welatan Amerîka û Rûsyayê rastî hev tên, loma Amerîka alîkariya Kurdan li aliyekî dike û Rûsya jî alîkariya Kurdan li aliyekî din dike, dibe demek bê jî ew şerê Kurdan jî bikin. tenê berjewendiyên van herdu welatan, siyaseta wan diyar dike.”

Di dema hin siyasetmedar dibînin ku hebûna van hêzan herêmê ji êrîşên Tirkiyê diparêze, hin din jî dibînin ku parastina Amerîka tenê ji rojhilatê çemê ferêtê re, dihêle ku herîma Efrîn û Şehbayê bikevin bin desthilata Rûsyayê de û êdî herêmên Kurdî ji hev cuda dibin.