Îtîlafa opozîsyona Sûrî serokekî nû hildibijêre

Desteya Giştî ya Hevpeymaniya Opozîsyona Sûriyê (Îtîlaf) îro li Stenbolê serokekî nû hildibijêre.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Desteya Giştî ya Hevpeymaniya Opozîsyona Sûriyê (Îtîlaf) îro li Stenbolê serokekî nû hildibijêre.

Peyamnêrê K24ê li Stenbolê ragihand, Desteya Giştî ya Hevpeymaniya Opozîsyona Sûriyê (Ji 19 kesan pêk tê) ji duh di civînan de ne û dê îro serokekî nû ji wê Îtîlafê re hilbijêrin.

Peyamnêrê K24ê amaje bi wê yekê jî kir, civîn dûr ragihandinê lidar dikeve, lê li gor zanyariyên wî 102 endam ji Îtîlafê beşdarî civînê bûne.

Ji aliyê xwe ve Nûnerê ENKSê di îtîlafê de Fûad Elîko ji K24ê re ragihand, heta niha 2 berbijêr ji postê Serokê Îtîlafê re hatine diyarkirin, ew jî Xalid Xoce û Riyaz Sêf in.

Elîko amaje bi wê da, ku ew wek endamên ENKSê piştevaniya Riyaz Sêf dikin. Bi gotina Elîko ku ezmûneke wan a baş ligel Riyaz Sêf heye û kesayetiyeke diyar ya opozîsyona Sûriyê ye. Herwiha nêrîna wî di pirsa Kurdî de gelekî zelal e.

Hevpeymaniya Opozîsyona Sûriyê (Îtîlaf) di Mijdara 2012an li Doha paytexta Qeterê hate damezrandin. Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê jî di Tîrmeha 2013an de tevlî wê hevpeymaniyê bû. Herwiha yek ji cîgirên serokê Îtîlafê ji mafê ENKSê ye.