Hediye Yûsif: Em berve deryaya Spî diçin

Hevseroka Federalîzma Bakurê Sûriyê ragihand, plana wan heye ku sîrorê wê federalîzmê bigihînin ser deryaya Spî. Derbarê mana HSDê li Reqayê de jî got, rapirsiyê encam didin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevseroka Federalîzma Bakurê Sûriyê ragihand, plana wan heye ku sîrorê wê federalîzmê bigihînin ser deryaya Spî. Derbarê mana HSDê li Reqayê de jî got, rapirsiyê encam didin.

Hevseroka Federalîzma Bakurê Sûriyê Hediye Yûsif ji rojnameya “Guardian” a Brîtanî re ragihand, eger heye hêzên wan berve rojavayê Sûriyê bi pêş ve biçin bo kontrolkirina bajarê Idlibê yê ku niha di destê hêzên Îslamî de ye.

Herwiha Yûsif amaje bi wê da, di projeya wan de û ji bo bakurê Sûriyê armanca wan ew e ku bigihin deryaya Spî, ku wê yekê bi mafekî xwe ya yasa dizanin.

Derbarê pirsa ma ew daxwazeke Amerîkî ye ji bo vekirina riyeke bazirganî bi mebesta gihandina hevkariyan ji bo bidawîanîna DAIŞê, Hediye Yûsif got, bê gûman ev armanca wan jî ku ev yek çendîn pirsgirêkên wan çareser dike û her aliyek jî sûdmend dibe.

Derbarê şerê Reqayê de, Hevseroka Federalîzma Bakurê Sûriyê got, li ser mana Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li Reqayê û birêvebirina wî bajarî rapirsiyê li bajarî encam didin.

Federalîzma Bakurê Sûriyê roja 28 Berçileya 2016 bi beşdariya nûnerên her sê Kantonên Rojava, Cizîr, Efrîn û Kobanê û nûnerên pêkhateyên Ereb, Aşûrî, Ermen, Tirkmen û Çîçanan hate ragihandin.