Îran gefa şer li Siûdiyê dixwe

Îran gefa şer li Siûdiye Erebistanê dixwe û dibêje, ji bilî bajarên pîroz Meke û Medînê, ti cihekî din li Siûdiyê bi ser hev ve nahêlin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îran gefa şer li Siûdiye Erebistanê dixwe û dibêje, ji bilî bajarên pîroz Meke û Medînê, ti cihekî din li Siûdiyê bi ser hev ve nahêlin.

Ajansa “Tesnim” ya Îranê li ser zarê Wezîrê Bergîriyê yê Îranê Hisên Dehqan belav kiriye “Heger Siûdiye şaş bike û şer veguhêze nava Îranê, ji bilî ew cihên pîroz (Meke û Medîne) Tehran ti cihekî din li wî welatî bi ser hev de nahêle.

Ev gotinên Dehqan, piştî daxuyaniyên Şahê Siûdiyê Mihemed Bin Selman tên, ku gotibû “Şer dibin nava Îranê”

Li gor wê ajansê, ev daxuyaniyên Dehqan ji kenala “El-Menara” ya Hizbulaha Libnanî re bûne û bersiva Şahê Siûdiyê daye.

Şahê Siûdiyê ji kenaleke welatê xwe re ragihandibû, Îran dixwaze cîhana Îslamî kontrol bike. Her milmilaneyek di navbera Siûdiye û Îranê de çê bibe, divê li nava Îranê de be, ne li Siûdiyê be.