Urdin: Heger pêwîst kir, derbasî Sûriyê dibin

Ji bo parastina sînorê xwe, Urdin gefê li encamdana operasyonên serbazî li nava xaka Sûriyê dixwe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ji bo parastina sînorê xwe, Urdin gefê li encamdana operasyonên serbazî li nava xaka Sûriyê dixwe.

Berdevkê hikûmeta Urdinê Mihemed El-Mominî ragihand, welatê wî dê berevaniya sînorê xwe bike û heger pêwîst be dê operasyonên serbazî di nava xaka Sûriyê de encam bide.

El-Mominî got, ta niha Urdin berdewam e li ser helwesta xwe li hember Sûriyê. Urdinê Li ser avakirina deverên aram li ser sînorê Urdinê îmze nekiriye.

Roja 4 vê mehê di danûstandinên Astanayê de, Rûsya, Tirkiye û Îranê li ser avakirina 4 herêmên aram îmze kiribûn, ku herêmek jê li nêzîkî sînorê Urdinê ye.  

Ji aliyê xwe ve Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd Mualim da xuyakirin, encamdana çi karekî leşkerî ji aliyê Urdinê bê hevahengî digel wan de, binpêkirina serweriya Sûriyê ye, lê di heman demê de jî Mualim dûr dît ku Sûriye rûbirûyî Urdinê bibe.