Asayişa Qamişlo 13 serkirdeyên ENKSê binçav dike

Asayêşa Qamişlo bi ser nivîsgeha Emîndariya Giştî ya ENKSê de girt û 13 endamên Emîndariya Giştî binçav kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Asayêşa Qamişlo bi ser nivîsgeha Emîndariya Giştî ya ENKSê de girt û 13 endamên Emîndariya Giştî binçav kirin.

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di daxuyaniyekê de ragihand,  Asayşa li bajarê Qamişlo careke din bi ser nivîsgeha Emîndariya Giştî ya ENKSê de girt 13 endamên wê emîndariyê jî binçav kirin.

ENKSê navê serkirdeyên ku ji aliyê Asayişa Rojava ve hatine binçavkirin diyar kirin ku Fesla Yûsif, Narîn Metînî, Mehmûd Mela, Mihsin Tahir, Ebdilsemed Xelef Biro, Fethî Gedo, Ehmed Icê, Mehmûd Hac Elî, Ferhad Temî, Mihemed Emîn Husam, Nûredîn Fetah, Tahir Hesaf û Qasim Şerîf in.

ENKSê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) tuhmetbar kir ku “PYD bi van kiryaran radibe bi armanca tisandina ENKSê û camewerê wê, da ku ji projeya netewê ya Kurdî bidûr bikeve û jiyana siyasî li Kurdistana Sûriyê bidawî bîne.”

Herwiha ENKSê PYD bi encamdana karên teroristî tuhmetbar kir û got: “PYD sûdê ji komdengiya Navdewletî ya ji bo şerê DAIŞê dibîn û karên teroristî li dijî ENKSê encam dide, bi mebesta ku ENKSê danpêdanê bi rêveberiya PYDê bike.”

ENKSê tekez kir ku, kiryarên teroristî yên PYDê nîşana derewa siloganên wê partiyê ye û nîşana tisa wan ji projeya ENKSê ya netewî ye.

ENKSê roja 8 Gulanê nivîsgeha Emîndariya Giştî li Qamişlo bo cara sêyemîn vekiribû, lê hêzên ser bi Rêveberiya Xweser duh dîsa ew nivîsgeh girt û 13 endam û serkirdeyên ENKSê binçav kirin.