YPG pêşwaziyê li biryara Amerîka dike

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) radigihîne, biryara Koşka Spî ya Amerîka ya pirçekirina YPGê bi çekên giran tevî ku gaveke dereng mabû, lê nîşana baweriya bi YPGê ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) radigihîne, biryara Koşka Spî ya Amerîka ya pirçekirina YPGê bi çekên giran tevî ku gaveke dereng mabû, lê nîşana baweriya bi YPGê ye.

Berpirskî Pilebilind ê Amerîkî ji “Reuters” re ragihandibû, Koşka Spî razî bûye ji bo piştevanîkirina şerê Reqayê, çekên giran bide YPGê.

Berdevkê Fermî ya YPGê Rêdûr Xelîl di daxuyaniyekê de ragihand,  biryara Koşaka Spî tevî gaveke dereng maye, lê ew nîşana serkeftinsa YPGê di şerê DAIŞê de ye, ku li cihê cîhanê di çepera pêşî de şerê terorê dike.

Rêdûr Xelîl amaje bi wê kir, biryara dîrokî ya pirçekirina YPGê bi çekên giran, bandora wê li ser YPGê gelekî mezin e û dê encamên baş û bilez jî di şerê terorê de bide.

YPG ku hêza sereke ya HSDê ye, ji 5 Mijdara 2016an ve dest bi operasyona derdora bajarê Reqayê kiriye.