Kebodwend, tevî temambûna dema girtinê nehat azadkirin

Roja 9 Gulana 2017 dema yasayê 10 sal girtina damizrênerê Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê Mihemed Sidîq Kebodwend bidawî bû, lê heta niha nehatiya azadkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Roja 9 Gulana 2017 dema yasayê 10 sal girtina damizrênerê Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê Mihemed Sidîq Kebodwend bidawî bû, lê heta niha nehatiya azadkirin.

Çalakvanê Mafê Mirovan li bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê Îclal Qewamî ji K24ê re ragihand, hukmê yasayî yê Kebodwend bidawî bûye û ji aliyê yasayî ve ti pirsgirêk tune ne û pêwîst e were azadkirin.

Dadgeha “Şoreşa Îslamî” li Tehranê di roja 1 Tîrmeha 2007an bi tuhmeta “Pêngavên li dijî asayişa niştimanî bi riya damezrandin û birêvebirina rêxistina parastina mafê mirovan a Kurdistanê” 10 sal zîndan ceza li ser Kebodwend sepand.

Qewamî hêştina Kebodwend di zîndanê de bi riya duristkirina dosyeyeke din dûr dît û got: “Dirustkirina dosyayeke din bo Kebodwend tiştekî lawaz e, ji ber ku di van 10 salên zîndankirinê de ti çalakiyeke wiha nebû ku li dijî wî dosyayeke were dirustkirin.”

Derbarê rewşa tenduristî ya Kebodwend de, Qewamî amaje bi wê kir rewşa tenduristî ya Kebodwend baş e û ne cihê nîgeraniyê ye, lê malbata wî nîgeran in ku piştî bidawîbûna dema yasayî ya zîndana Kebodwend bidawî bûye û hîn ew nehatiye azadkirin.”

Kebodwend di dema zîndana xwe de dest bi mangirtina 34 rojan kir û roja 12 Hizêrana 2016an 4 rojan mohlet pê hate dayîn. Ji wê demê de jî ti mohleteke din pê nehatiye dayîn.

Kebodwend îsal ji aliyê Partiya Sosyalist a Nerojê bo xelata Nobilê hat hilbijartin.

Komîta Lêkolîna Girtiyan ya ser bi NY ve Hukmê 10 sal zîndankirina Kebodwend bi ne yasayê binav kiribû û daxwaza kiribû ku Kebodwend were azadkirin û ji ber ziyanên canî, derûnî û darayî bê qerebokirin.