Serkirdeyekî ENKSê hat azadkirin

Endamê Emîndariya Giştî ya ENKSê Ebdilsemed Xelef Biro yê ku ji aliyê asayişan ve ligel 13 endamên din yên ENKSê hatibû binçavkirin, serbest hate berdan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Emîndariya Giştî ya ENKSê Ebdilsemed Xelef Biro yê ku ji aliyê asayişan ve ligel 13 endamên din yên ENKSê hatibû binçavkirin, serbest hate berdan.

Ebdilsemed Xelef Biro ji K24ê re ragihand ku, girtina wan ji aliyê asayişan ve ne rewa ye û heeger Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) dev ji van kiryaran bernede, dê rewşa deverê ber bi nexweşiyê ve biçe.

Ebdilsemed Xelef Biro got, piştî ku êrîşa Tirkiyê li ser Kurdistana Sûriyê çê bû, pêwîst bû PYDê lêvegerekê ji siyast û pêwendiyên xwe re çê bike û vegere yekrêziya Kurdî, ne ku bi van kiryaran çê dibe.

Xelef Biro amaje bi şandeke Kurdî derbarê danûstandinên navdewletî yên derbarê krîza Sûriyê de çê dibin kir û got: “Em jî dixwazin şandeke serbixwe ya Kurdî çê bibe ku projeya netewî ya Kurdî hilgire ser milên xwe, lê ev kiryarên PYDê nakevin xizmeta avakirina şandeke Kurdî.”

Endamê Emîndariya Giştî ya ENKSê  da zanîn ku, ew ti carî destûrên kar ji Rêveberiya Xweser wernagirin, ji ber ku ew bixwe ne rewa ye.