Urdin firokeyekê li sînorê bi Sûriyê re tîne xwarê

Piştî ku Artêşa Urdinê firokeyeke bê firokvan li sînorê bi Sûriyê xiste xwarê, artêşa Urdinê hemû tedabîrên pêwîst bo parastina asayişa welatê xwe girt.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî  ku Artêşa Urdinê firokeyeke bê firokvan li sînorê bi Sûriyê xiste xwarê, artêşa Urdinê hemû tedabîrên pêwîst bo parastina asayişa welatê xwe girt.

Artêşa Urdinê firokeyeke bê firokvan a mîlîşên Îranê li Sûriyê dixe xwar û peyamekê ji her kesê ku hewl bide nêzîkî asayişa û serweriya Urdinê bibe birê dike.

Artêşa Urdinê şeva borî bi riya firokeyên F16 ên li ser sînorê di navbera Urdin û Sûriyê dixwe xwarê. Li gor “SkyNews” jî ew firokeya bê firokvan bûye û piranî ji aliyê milîsên Îranê ve yan jî ji aliyê milîşên li wî welatî nezîk ve bi armanca sîxûrî û çavdêriya hêzên artêşa Urdinê ve dihate bikaranîn.

Roja 4 vê mehê di danûstandinên Astanayê de, Rûsya, Tirkiye û Îranê li ser avakirina 4 herêmên aram îmze kiribûn, ku herêmek jê li nêzîkî sînorê Urdinê ye.  

Berdevkê hikûmeta Urdinê Mihemed El-Mominî hişyarî dabû ku, welatê wî dê berevaniya sînorê xwe bike û heger pêwîst be dê operasyonên serbazî di nava xaka Sûriyê de encam bide.