Ebadî fermaneke nû bo operasyona Mûsilê derkir

Fermandarê Operasyona Hevbeş a Mûsilê Heyder Ebadî fermaneke nû derbarê wê operasyonê de derkir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandarê Operasyona Hevbeş a Mûsilê Heyder Ebadî fermaneke nû derbarê wê operasyonê de derkir.

Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand, di serdana duh ya Ebadî de ku ligel fermandarên leşkerî û ewlehiyê civiya û şerê Mûsilê û yekalîkirina wî şerî di demeke nêzîk de gotûbêj kirin.

Ebadî rênimayên nû arasteyî fermandaran kir, bo bi berdewamî serkeftinan bidest bixin. Herwiha tekezî li girîngiya parastina canê xelkê sivîl û leşkeran jî kir.

Operasyona hêzên Iraqî bo kontrolkirina bajarê kevin ê Mûsilê ji ber hebûna nişteciyên sivîl û tengbûna kolanan, rastî hin berbestan bû, bi taybet kuştina welatiyên sivîl, bû sedema rawestandina 3 rojan ya wê operasyonê.

Operasyona kontrolkirina Mûsilê roja 17 Cotmeha 2016an bi beşdariya hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqî dest pê kir. Di destpêkê de hêzên Pêşmerge navçeyên derdora Mûsilê û bi taybetî li rojhilatê bajêr kontrol kirin û rê li ber çûna hêzên Iraqî bo nava Mûsilê vekir.