Dorian: Di demeke nêzîk de Mûsil tê kontrolkirin

Fermandariya Operasyonên Hevbeş ragihand, ji destpêka şerê kontrolkirina Mûsilê zêdetirî 300 otombîlên bombebarkirî jinav birine û 16 hezar çekdarên DAIŞê hatine kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandariya Operasyonên Hevbeş ragihand, ji destpêka şerê kontrolkirina Mûsilê zêdetirî 300 otombîlên bombebarkirî jinav birine û 16 hezar çekdarên DAIŞê hatine kuştin.

Berdevkê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî John Dorian di konferaseke rojnamevanî de ragihand, firokeyên hevpeymanan ji destpêka şerê kontrolkirina Mûsilê ve zêdetir ji 300 otombîlên bombebarkirî jinav birine.

Herwiha Dorian got, çekdarên DAIŞê bi temamî li Mûsilê dorpêçkirî ne û di demek nêzîk de Mûsil tê kontrolkirin.

Ji aliyê xwe ve, Emîd Yihya Resûl ragihand, ji destpêka operasyona Mûsilê ve 679 otombîlên Bombebarkirî teqandine, 16 hezar çekdarên DAIŞê kuştine. Resûl amaje bi wê jî kir, 6 hezar û 661 mayîn pûç kirine û 11 navendên fermandariyên DAIŞê jinav birine.

Operasyona rizgarkirina Mûsilê roja 17 Cotmehê bi beşdariya 100 hezar leşker, polîs, Heşda Şeibî û Paswanên Neynewa ligel hêza Pêşmerge dest pê kir.

Emîd Yihya Resûl amaje bi wê da, heta niha nêzîkî 610 hezar sivîl ji Mûsilê koçber bûne, ji nava wan 141 hezar kes vegeriyane rojhilatê Mûsilê.

Operasyon bi piştevaniya êrîşên asmanî yên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê bi serokatiya Amerîka birêve diçe, niha jî şer pevçûn li beşê rojavayê Mûsilê berdewam e.

Emîd Yihya Resûl got, hêzên Iraqî heta niha ji sedî 90 ji rojavayê Mûsilê ji destê DAIŞê rizgar kirine.