Heşda Şeibî: Bo kontrolkirina navçeyê di destê DAIŞê de, ti destûrê ji kesî wernagirin

Emîndarê Giştî yê rêxistina Bedir aşkere kir, ew ji bo kontrolkirina navçeyên di destê DAIŞê de ne, ti destûrê ji çi aliyekî wernagirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Emîndarê Giştî yê rêxistina Bedir aşkere kir, ew ji bo kontrolkirina navçeyên di destê DAIŞê de ne, ti destûrê ji çi aliyekî wernagirin.

Emîndarê Giştî yê rêxistina Bedir û fermandarê bilind yê Heşda Şeibî Hadî Amirî di konferaseke rojnamevanî de ragihand, pirsgirêkên navçeyên ku cihê nakokiyê ne, divê li gor xala 140 ya destûra Iraqê werin çareserkirin, Serokomarê Iraqê jî bo cibicîkirina wê xalê berpirs e.

Amirî amaje bi wê jî da, ew di operasyonên xwe de berdewam in, ta navçeyên sînorî yên di navbera Iraq û Sûriyê de kontrol  dikin.

Roja Îna borî 12 Gulanê, hêzên Heşda Şeibî dest bi operasyona kontrolkirina bajarokê Qeyrewan li rojavayê Mûsilê kir.

Serperiştê mihwerê Şingalê Serbest Lezgîn ragihandibû, Heşda Şeibî bê guhdana bi rêkeftina leşkerî ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de, operasyonek li bajarokê Qeyrewanê ya ser bi Şingalê ve encam daye. Hêza Pêşmerge bi ti awayekî qebûl nake besteke xaka Herêma Kurdistanê di bin destê çi hêzeke din ya biyanî de be.