ENKS di danûstandinên Cenêvê de berdewam dibe

Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) di daxuyanyekê de ragihand ku, ew di danûstandinên Cenêvê de berdewam bin, lê pabendî belgenameya “Çarçoveya Cîbicîkar” nabe û da zanîn jî ku, herwiha ew pabendî ti biryarên di jêr vê belgenameyê de nabe, heta ku ew bendên nakok yên di navbera ENKS û Îtîlafê de neyên guhertin.

K24 – Navenda Nûçeyan

ENKSê di daxuyaniya xwe de tekez kir ku, ew digel Îtîlafê de li ser guhertina wan bendan lihev kiribûn, lê Îtîlafê berûvajî vê yekê kir û tenê hin gotin û têrm guhertin û naveroka wan bendan wek xwe man.

Endamê Emîndariya Giştî ya ENKSê Ebdilselam Xelef Biro ji K24ê re ragihand, şanda ENKSê dê nameyeke nerazîbûnê derbarê bendên nakok de radestî De Mistura bike, çi biryar li ser wê jî bêne avakirin, ENKSê dê pabendî wê nebe, ji ber ku doza Kurdî di ser destûrê re ye.

Biro got jî, di vê gerê de hin xalên destûrî bêne guftûgokirin, loma divê nûnerên ENKSê li Cenêvê amade bin.

Peymanêrê K24ê li Cenêvê ragihand, danûstandinên Cenêvê di navbera rêjîm û opozîsyona Sûriyê de ji duh ve berdewam in. heta niha tenê nûnerê ENKSê yê di danûstandinên Cenêvê de Ebdilhekîm Beşar gihêştiye Cenêvê û tê çaverêkirin ku îro yan sibe endêmên din yên ENKSê bigihin Cenêvê.

Peymanêrê K24ê da zanîn jî, Nûnerê NY yê taybet bo Sûriyê Steffan De Mistura îro ligel şanda rêjîma Sûriyê dicive û pirsa girtiyên siyasî yên li cem rêjîmê tê gotûbêjkirin.