Çavuşoglu: Gotina “Em ê li YPGê bidin” bi nerênî nehat dîtin

Wezîrê Derve yê Tirkiyê ragihand, gotina ji bo operasyona Reqayê “Emê li YPGê bidin” nerênî nehat dîtin. Herwiha Çawîşoglu diyar kir ku, operasyona ku YPGê tê de cih bigire, ew wek Tirkiye beşdar nabin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Tirkiyê ragihand, gotina ji bo operasyona Reqayê “Emê li YPGê bidin” nerênî nehat dîtin. Herwiha Çawîşoglu diyar kir ku, operasyona ku YPGê tê de cih bigire, ew wek Tirkiye beşdar nabin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu di weşana zindî ya “NTV” de ji bo serdana Serokomar Recep Tayip Erdogan a Amerîkayê ragihand, gotina ku ji bo operasyona Reqayê “Em ê li YPGê bidin” bi neyînî nehat dîtin. Cihê ku YPG lê hebe em tevlî wê operasyonê nabin.

Derbarê vekişîna hêzên Almanya ji baregeha leşkerî ya Încîrlîkê jî Çawîşoglu got, eger dixwazin vekişin ew bi xwe dizanin.

Ev daxuyaniyên Çawîşoglu piştî wê yekê tê ku serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan û şanda ligel 16ê Gulanê li Waşintonê ligel serokê Amerîka Donald Trump civiya bû. Erdogan jî piştî hevdîtinê diyar kir ku, heger YPG êrişî Tirkiyê bike, bêyî ku ew ji ti kesê pirs bikin; wê bersiva êrişên YPGê bidin.

Çavuşoglu derbarê Nûnerê yê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê Brett McGurk de jî got: "Brett McGurk bi eşkereyî piştgiriyê dide PKK û YPGê. Divê ev kes bê guherandin."