Egîd: Me nameyek taybet bi Kurd radestî De Mistura kir

Nûnerên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di danûstandinên Cenêvê de nameyeke taybet bi Kurd radestî Nûnerê NY yê taybet bo Sûriyê Steffan De Mistura kirin.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnerên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di danûstandinên Cenêvê de nameyeke taybet bi Kurd radestî Nûnerê NY yê taybet bo Sûriyê Steffan De Mistura kirin.

Peyamnêrê K24ê li Cenêvê ragihand, îro Nûnerê NY yê taybet bo Sûriyê Steffan De Mistura bi awayekî cuda ligel herdu şandên rêjîm û opozîsyona Sûriyê civiya. Herwiha şandeke taybet bi Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê (Îtîlaf) jî ligel De Mistura civiya.

Peyamnêrê K24ê amaje bi wê da, ku di civînên De Mistura ligel şanda opozîsyonê û ligel şanda opozîsyonê de pirsa destûrê û xalên ku cihê nakokiyê ne hate guftûgokirin.

Nûnerê ENKSê di danûstandinên Cenêvê de Hewas Egîd ku yek ji 3 kesên şanda Îtîlafê ligel De Mistura civiyabû ji K24ê re ragihand û got: “Di civîna ligel De Mistura de, pirs Kurd bi berferehî hate guftûgokirin. Me hevpeymaniya di navbera ENKS û Îtîlafê de jî nîşanî De Mistur kir. Herwiha nêrîna Desteya Danûstandinê a Londonê û nerazîbûna ENKSê ya derbarê wê de jî hate guftûgokirin.”

Egîd got: “Me ligel De Mistura tekezî li ser wê yekê kir ku, bingeha sereke ya herî kêm bo danûstandinan ew be, ku Sûriye li ser bingeha hevpariyê di navbera hemû pêkhateyên Sûriyê de ava bibe.”

Herwiha Egîd amaje bi wê de, wan nameyek taybet ya ENKSê bi herdu zimanên Eerbî û Îngilîzî radestî De Mistura kir, ku di wê nameyê de nêrîna ENKSê ya siyasî derbarê pêşeroja Sûriyê de bi zelalî heye.