Trump li Siûdiyê peyameke tund arasteyî Îranê dike

Wek yekem serdana xwe bo derveyî welat piştî wergirtina posta Serokatiya Amerîka, Donald Trump îro gihêşt Erebistana Siûdiyê û gotarekê derbarê Îslamê de jî pêşkêş dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wek yekem serdana xwe bo derveyî welat piştî wergirtina posta Serokatiya Amerîka, Donald Trump îro gihêşt Erebistana Siûdiyê û gotarekê derbarê Îslamê de jî pêşkêş dike.

Serokê Amerîka Donald Trump ligel Xanima Yekem ya Amerîka Melania Trump, Keça wî ya mezin Ivanka Trump, Mezin Şêwirmend û zavayê xwe Jared Kushner Îro gihêşt Riyazê paytexta Siûdiyê û bi germî pêşwazî lê hate kirin.

Trump vajî serokên berê yên Amerîkayê, ku di yekem serdanên xwe yên bo derveyî welat de, serdana welatên cîran dikirin, lê Trump serdana Siûdiyê kir û dosyayên navçê guftûgo dike.

Şahê Siûdiyê Şah Selman kurê Ebdilezîz ku berê li Washingtonê serdana Donald Trump kiribû û daxwaza hevpeşiyeke nû di navbera Amerîka û wî welatê Îslamî de kiribû. Îro Siûdiye di lûtkeyekê de mêvandariya Trump dike.

Li gor zanyariyên şarezayê pêwendiyên derve Philip Gordon, Trump di serdana xwe de peyameke gelekî tund arasteyî Îranê dike.