Penaberên kampa Holê gazinan ji kêmbûna avê dike

Penaberên kampa Holê gazinan ji kêmasiya avê ji kampê dikin. Ji aliyê xwe ve berpirsên kampê jî dibêjin ku, pirsgirêka avê li tevahiya Rojavayê Kurdistanê heye û niha hewl didin ku çareser bikin.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Penaberên kampa Holê gazinan ji kêmasiya avê ji kampê dikin. Ji aliyê xwe ve berpirsên kampê jî dibêjin ku, pirsgirêka avê li tevahiya Rojavayê Kurdistanê heye û niha hewl didin ku çareser bikin.

Pirskirêka kêmbûna avê li kampa Holê ya penaberên Iraqî mezin dibe, ji ber ku di demsala havîn de av li Rojavayê Kurdistanê bi temamî kêm dibe .Kampa navbûrî di bin kontrola Rêveberiya Xweser de ye, lê hin rêxistinên navdewletî û herêmî alîkarîyê pêşkêşî kampê dikin û li gorî ku rêveberiya kampê dibêje, hin xemsarî di karê wan rêxistinan de heye.

Xelkên kampê gazinan ji kêmbûna ava ku digheja wan dikin , Çimkî her konek di nava kampê de tenê 4 galonên avê ji wan re der dikeve , û vê avê tenê ji bo vexwarinê dihêlin.

kêmbûna avê pirsgireka sereke ye li kampa holê. Berpirsê kampê dibêje ku, rêxistinên navndewletî li ser şêrînkirina ava kaniya Tehel ya li rojavayê kampê dê kar bikin, lê ta niha wan dest bi vî karî nekirine .
Herwiha diyar dike ku hejmara penaberan mezin e, ku nêzî 20 hezar kes li kampê dijîn, ev yek dihele rêjeya avê bi zêdebûna penaberan re kêm bibe.