Asayişa Rojava serkirdayekî ENKSê binçav dike

Li bajarê Hesekê endamê Emîndariya Giştî ya ENKSê Beşar Emîn ji aliyê Asayişa Rojava ve hate binçavkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Hesekê endamê Emîndariya Giştî ya ENKSê Beşar Emîn ji aliyê Asayişa Rojava ve hate binçavkirin.

Peyamnêrê K24ê li Hesekê ragehand, şeva borî asayîşa li bajarê Hesekê endamê Emîndariya Giştî ya ENKSê û endamê Polîturoya PDK-Sê û endamê Emîndariya ENKSê Beşar Emîn binçav kir.

Beşar Emîn duh di konferanseke rojnamevanî de ragihandibû, ewê berdewam bi biryara ENKSê ya vekirina nivîsgehên xwe. Herwiha gotibû, mangirtin û xwepêşandan li derveyî welat birêve biçin, bo azadkirina hemû endam û serkirdeyên ENKSê yên di girtîgehên Rêveberiya Xweser de.

Berî 4 rojan 18 Gulanê endamê Polîtburoya PDK-Sê û Neşet Zaza li Tirbespiyê ji aliyê Asayişa Rojava ve hate binçavkirin. Herwiha Cîgira Serokê ENKSê Fesla Yûsif û endamên Emîndariya Giştî yên ENKSê Mihsin Tahir û Mihemed Emîn Husam ji roja 9 Gulanê ve jî girtî ne.