Asayişa Rojava serkirdayekî PYKSê binçav kir

Endamê Polîtburoya Partî Yekîtiya Kurd li Sûriyê (PYKS) Silêman Oso ji aliyê asayşa li bajarê Qamişlo ve hat binçavkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Polîtburoya Partî Yekîtiya Kurd li Sûriyê (PYKS) Silêman Oso ji aliyê asayşa li bajarê Qamişlo ve hat binçavkirin.

Peyamnêrê K24ê li Qamişlo ragihand, ku şeva borî demjimêr 21:30, asayşa li bajarê Qamişlo bi ser mala Endamê Polîtburoya PYKSê Silêman Oso û ew binçav kirin û ji bo cihekî ne nenaskirî hat birin.

Ev çend roj in, asayşê li nav bajarên Rojavayê Kurdistanê, hejmarek ji serkirdeyên partiyên Encûmena Niştmanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) binçav kirine.

Tê zanîn, Cîgira Serokê ENKSê Fesla Yûsif û endamên Emîndariya Giştî yên ENKSê Mihsin Tahir û Mihemed Emîn Husam, endamê Emîndariya Giştî ya ENKSê û endamê Polîturoya PDK-Sê Beşar Emîn, endamê Polîtburoya PDK-Sê û Neşet Zaza û endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê Nafê Ebdulah di girtîgehên Rêveberiya Xweser de girtî ne.