Heşda Şeibî 3 gundên Qeyrewanê kontrol kir

Hêzên Heşda Şeibî li sînorê navçeya Qeyrewanê 3 gundên din kontrol kirin û otombîleke bombebarkirî li rojhilatê Beacê teqandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Heşda Şeibî li sînorê navçeya Qeyrewanê 3 gundên din kontrol kirin û otombîleke bombebarkirî li rojhilatê Beacê teqandin.

Heşda Şeibî di daxuyaniyekê de aşkere kir, hêzên Heşda Şeibî bi mebesta kontrolkirina gundên di destê DAIŞê de mane, duh operasyonek li derdora Qeyrewanê dest pê kir û heta niha gundên El-Refîe, El-Milîhat û Qube El-Wehbî û riya di navbera Endnaniye û Beacê li rojavayê Mûsilê kontrol kirin.

Di çend rojên borî de, hêzên Heşda Şeibî navçeya Qeyrewan li rojavayê Mûsilê kontrol kirin.

Ji aliyekî din ve, Heşda Şeibî ragihand, hêzên wan êrîşa çekdarên DAIŞê li bajarokê Hezer li rojavayê Mûsilê têk şikandin û 7 çekdarên DAIŞê kuştin.

Amaje bi wê jî tê kirin, di şer û pevçûnên di navbera hêzên Heşda Şeibî û çekdarên DAIŞê de li nêzîkî firokxaneya Tileferê, serkirdayekî DAIŞê hate kuştin.