Erdogan bo vekişîne Almanya ji Încîrlikê: Oxir be

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan ragihand, heger Almanya ji bingeha Încîrlikê vekişe, ew ê ji wan re bibêjin: Oxir be.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan ragihand, heger Almanya ji bingeha Încîrlikê vekişe, ew ê ji wan re bibêjin: Oxir be.

Erdogan berî serdana Brûkeslê bike li firokxaneya Enqereyê civîneke çapemeniyê pêk anî û li ser gotinên vekişîna Almanyayê ji bingeha Încîrlîkê axifî.

Erdogan got, heta niha agahiyeka wekî Almanya dê ji bingeha Încîrlikê vekişe nehatiye ber destê wan. Almanya ji Tirkiyeyê re negotiye ew ê ji Încîrlîkê vekişin û daxwazeka wan a vekişandinê nîne. Ger Almanya ji Încîrlîkê vekişe ew ê ji wan re bibêjin oxir be. 

Di çarçoveya şerê DAIŞê de li bingeha Încîrlîkê hejmarek leşkerên Almanyayê hene. Berî niha rayedarên Almanyayê hewl dabûn serdana leşkerên xwe bikin, lê Tirkiye rê nedabû wan.

Li ser vê yekê, Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel gotibû ew dikarin leşkerên xwe yên li Încîrlîkê veguhezînin Urdinê.