Aliyên Şîe: Hikûmeta Iraqê ne li dijî referandûmê ye
K24 – Navenda Nûçeyan
Ligel ku beşek ji berpirs û aliyên siyasî yên Iraqê derbarê referandûma Herêma Kurdistanê de bêdeng in, lê parlementerên Fraksiyona Dewleta Yasa dibêjin, hikûmeta Iraqê ne li dijî referandûmê û rêzê jî li biryara gelê Kurdistanê digire.
Parlementera Dewleta Yasa Aliye Nesîf ji K24ê re got: “Em rêzê li biryara gelan digirin. Heger gelê Kurdistanê biryar da ku cuda bibe, pêwîst e li ser astê navxwe û derve bi berpirsayetî biryara xwe bigire. Li ser astê navxwe divê pirsên darayî û sînorî ligel Bexdayê yekalî bike. li ser asta derve jî divê karvedanê navdewletî û navçê li ber çav bigire.”
Perlemantarê fraksiyona Muwatin Tewfîq Kehbî ku ser bi Emar Hekîm e mana Iraqê yekparçe bi baştir dezane û dibêje: “Niha Iraq di şerê li dijî DAIŞê de ye. Aramiya Iraqê ji mana aramiya Herêma Kurdistanê ye. Li cihê serxwebûnê divê pêwendî û jihevtêgihlştineke nû di navbera Bexda û Hewlêrê çê bibe. Biryara birîna Kurdistanê ji Iraqê wek birîna endamekî ji laşê ye.”
Parlementerê Hevpeymaniya Hêza Iraqiyan ya Sunî Ehmed Cibûrî dibêje: “Cudabûna Kurdistanê ji bijardeyên gelê Kurd e. Heger wan biryara xwe da, em rêzê li biryara wan digirin, lê divê komdengiyek li ser wan parêzgehên ku nêzîkî Herêma Kurdistanê hebe, da ku mafê wan parastî be.
Di çend rojên borî de Berpirsê Dezgeha Hewalgiriya Serbazî di artêşa Amerîka de li pêş kongressa welatê xwe de derbarê referandûma Kurdistanê de ragihand, pirsa serxwebûna Kurdistanê nêzîk e û tenê maye komîteya referandûmê pêk were, ji ber ku çavê gelê Kurdistanê li biryara serkirdayetiya kurd e û derfeta ku hatiye pêş jî di berjewendiya Herêma Kurdistanê de ye.